Li Diyarbekirê Mesîhî Cejna Jidayîkbûna Hz. Mesîh pîroz dikin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê îro 26.12.2021ê, roja Yekşemê li Dêra Meryema Pakîze û Dêra Ermenên Katolîk ya Diyarbekirê yên li navçeya Sûrê, Cejna jidayîkbûna Hezretî Mesîh tê pîrozkirin. Wekîlê Serokê Weqfa Dêra Meryema Pakîze ya Diyarbekirê Salîba Açîş got; wan hemû amadekarî kirine û bi kelecan li hêviya sibe ne. Her dîsa gelek kes jî serdana dêrê dikin û dibêjin; ew jî hevparên bextewariya mesîhiyan in.

Li Diyarbekirê Cejna Jidayîkbûna Hezretî Îsa dê 26ê Kanûnê Roja Yekşemê bê pîrozkirin. Li Dêra Meryema Pakîze ya Qedîm a Suryan a li navçeya Sûrê hemû amadekarî hatine kirin û dê li vê dêrê Keşe Gabrîel Akyuz ayînê birêve bibe. Wekîlê Serokê Weqfa Dêra Meryema Pakîze ya Diyarbekirê Salîba Açîş got; ew li Diyarbekir û bajarên din di nav aramiyê de dijîn û keyfxweş in ku mesîhiyên li Herêma Kurdistanê di nava aramiyê de pêkve dijîn.

Salîba Açîş ji K24ê re got: “Ev cejneke ji bo me gelek binbarek e. Em dibêjin; Yeldo. Cejna roja jidayîkbûna Hezretî Îsa ye. Ev roj ji me re rojeke gelek mezin e ku Hezretî Îsa tê ser rûyê cîhanê. Em Mesîhî bi hev re pîroz dikin, Suryanî û Ortodoks em bi hev re pîroz dikin.”

Li gorî ku rayedarên dêrê dan zanîn, ji sala 1993an ve Yusuf Akbulut keşetiya Dêra Meryema Pakîze dikir lê ji ber ku ew malnişîn bû wan jî biryar dan ku piştî pîrozbahiyên li Mêrdînê bi serpereştiya Keşe Gabrîel Akyuz li Diyarbekirê ayînê bikin. Bi sedan welatî û geştyar jî bi boneya Cejna Jidayîkbûna Hz. Îsa serdana dêran dikin. Ehmed Merawet misilmanekî lêkolîner û dîrokzan e û ji felestînî ye. Ew bi malbata xwe ve serdana bajarê Diyarbekirê dike û dibêje; Diyarbekir ji bo hemû pêkhateyan bajarekî xweş û pêkvejiyanê ye.

Lêkolîner û dîrokzan Ehmed Merawet dibêje: “Li Felestînê jî ev çanda xweşbîniyê heye. Misilman û Mesîhî cejnên hevdu pîroz dikin.  Min dît ku li vê derê jî di navbera olên cida de çanda xweşbiniyê heye. Min li ser vê yekê lêkolîn jî kirine û min dîtiye ku li vir welatiyên xwedî ol û baweriyên cida bi aşitiyane pêkve dijîn.”

Li Diyarbekir, Mêrdîn, Midyad û Semsûrê pîrozbahiyên cejna Jidayîkbûna Hezretî Mesîh rastî eleqeyê tên. Ne tenê mesîhî, gelek misilman jî diçin dêrê û cejna mesîhiyan pîroz dikin. Li Diyarbekirê 26ê Kanûn Roja Yekşemê demjimêr 13.00an dê li Dêra Meryema Pakîze, mesîhiyên ortodoks û di heman rojê de demjimêr 13.30an jî li Dêra Ermenên Katolîk ya Diyarbekirê  cejna jidayîkbûna Hezretî Mesîh bên pîrozkirin.