Hadî Amirî: Em pabend in bi biryara Dadgeha Federal

Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê îro encamên hilbijartinên parlamentoyê pesend kir.
Serokê Hevpeymaniya Feth Hadî Amirî
Serokê Hevpeymaniya Feth Hadî Amirî

Hewlêr (K24) – Ofîsa Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî ragihand; Amirî diyar kiriye ku ew pabend in bi biryara Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê ku îro encamên hilbijartinên parlamentoyê pesend kir.

Di daxuyaniya Hadî Amirî de hatiye diyarkirin; ji ber ku ew bi destûr û yasayan pabend in û herwiha baweriya wan heye ku bi proseya siyasî û rêrewa demokrasiyê, guherîna aştiyane ya desthilatê bi rêya sindoqên dengdanê pêk tê, ew pabend in bi biryara Dadgeha Federal.

Herwiha hatiye gotin: “Tevî ku baweriyeke me ya kûr û nêrîneke me ya yekalîker heye ku proseya hilbijartinê cihê gumaneke mezin a sextekarî û destkarîkirinê bû û giliyên me yên ku me pêşkêşî Dadgeha Federal kirin, pêbawer û mentiqî û pejirandî bûn.”

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku eger ew gilî li her welatekî ku rêz li demokrasiyê digrin bihatana pêşkêşkirin, têra wê yekê dikir ku encamên hilbijartinan werin betalkirin.