Li Tirkiyê 157 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 157 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 27ê Kanûnê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 26 hezar û 99 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û 157 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Herwiha di 24 demjimêran de 22 hezar û 24 kes baş bûne.