10 sal in komkujiya Roboskî li benda dadweriyê ye

Tevî ku 10 sal di ser komkujiya Roboskî re derbas bûne jî, ti kesek nehatiye girtin û sizakirin
kurdistan24.net

Enqere (K24) – Li Tirkiyê 10 sal beriya niha di 28ê Berfanbarê de 34 welatiyên Kurd li Roboskiya bajarê Şirnexa bakurê Kurdistanê bi destê frokeyên artêşa Tirkiyê we hatin kuştin. Lê heta niha tu kesek jî nehatiye girtin û sizakirin. Derbarê vê komkujiyê de siyasetmedar Ayhan Bîlgen dibêje siyaseta heyî ya Kurd bo vê dozê tu serkeftineke hiqûqî bidest nexistiye. CHP jî diyar dike ku doza vê komkujiyê bi destê deshilatê tê wendakirin lê ew ê berî her tişî vê dozê çareser bikin.

Di komara Tirkiyê de yek jî komkujiya herî mezin ku ev 10 sal di ser de derbas bûn lê heta niha tu kesek, berpirs an jî rayedarek derbarê vê qetlîamê de nehatiye sizakirin. Qetlîama Roboskiyê yê ku 34 welatiyên Kurd bi frokeyên şer hatin qetilkirin.  Ji ber ku belgeyên pêwîst di dema xwe de ji bo dadgeha bilind ya Tirkiyê û Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê nahatin rêkirin ev 10 sal in malbatên qurbaniyên vê qetlîamê her li bendê ne ku edalet ji bo robaokiyê bê. Lê belê niha doz û pêşiya darizandinê temamî hatiye girtin û derbarê vê qetlîamê de tu kes jî di girtîgehê de nîne.

Hevşaredarê berê yê Qersê û siyasetmedar Ayhan Bîlgen dema ku di nava HDPê de parlementer bû ji ber van paşguhkirinan ji partiyê îstîfa kiribû dibêje wê çaxê dê di nava partiyê de lijneyek bihata avakirin ku berpirs bên sizakirin lê belê ne lijne hat avakirin ne jî di warê hiqûqê de serkeftinek hate bidestxistin.

Hevşaredarê Berê Yê Qersê Ayhan Bilgen ji K24ê re got: “Roboskî birîneke ku her xwîn jê tê û travmayeke mezin e. Heta ku sucdar û berpirs neyên sizakirin dê her xwîn ji vê birînê bê. Nayê qebûlkirin ku di warê hiqûqî de bêyî ku encamek bê vergirtin doz temamî bê girtin. Di nava partiyê de wê çaxê hate gotin ku dê lijneyek bê avakirin û kesên bûne sedem ku ev doz bê girtin dê bên peydakirin. Lê belê ne lijne hate avakirin ne jî berpirsên ku xemsar tevgariyane hatin sizakirin. Dema ku siyaset kêşeyeke ciwakî çareser neke tu qedr û qîmeta vê jî nîne.”

Parlementerê CHPê yê Enqerê Levent Gok jî ku roja ev qetlîam pêk hatî heta niha çi derve çi jî di nava parlementoyê de her şopdarê vê dozê ye diyar dike ku bi destê deshilatê ev doz temamî hatiye girtin. Lê di deshilatdariya CHPê de ev ê berî her tiştî pêşî vê doza Roboskiyê çareser bikin.

Parlementerê CHPê yê Enqerê Levent Gok dibêje: “Piştî ev bûyera Roboskiyê Serokkomarê niha Erdogan wê çaxê Serokwezîr bû, gotibû ez destûrê nadim ev bûyer bê wendakirin. Lê belê niha di warê dadwerî, dewletî û di bin banê parlementoyê de tu mekanîzmayek nemaye ku vê dozê birêve bibe. Ji ber ku destê hemû rêveberên hikûmet û dewletê di vê bûyerê de heye, loma doz tê girtin û wendakirin. Di deshilatdariya CHPê de li parlementoyê de lijneyek dê bê avakirin ku lêpirsîneke berfireh bê kirin. Raporta wezareta karên navxweyî jî dê bê eşkerekirin û kesên sucdar dê hemû jî bên sizakirin.

Di Li Tirkiyê di 28ê Berfanbara 2011an de li Gundê Roboskiya ser bi bajarê Şirnexa Bakurê Kurdistanê 34 Kurd ku 22 kes ji van zarok bûn dema ji bo pêdiwiyên xwe berê xwe dabûn Başûrê kurdstanê di rêya vegerê de ji aliyê frokeyên artêşa Tirkiyê ve hatin qetilkirin. Tevî ku 10 sal derbas bûye jî tu kesek nehatiye girtin û sizakirin.