Zêdetir ji 28 hezar koçberan sala par Kenala Îngilîz derbas kirin

Ev hejmar, wek hejmareke rekorane tê dîtin û bi sê qatan ji hejmara sala 2020an zêdetir e

Navenda Nûçeyan (K24) –  Ajansa nûçeyan a Brîtanî “PA” ragihand, herî kêm 28,395 koçberên neyasayî sala borî ji Fransa bi qeyikên biçûk derbasî Brîtanyayê bûne.

Ev hejmar, wek hejmareke rekorane tê dîtin û bi sê qatan ji hejmara sala 2020an zêdetir e ku di wê salê de tenê 8400 kes ji Fransayê derbasî Brîtanyayê bûbûn.

Hejmara koçberên ku hewl didin ji Fransayê bi rêya deryayê xwe bigihînin Brîtanyayê pir zêde bûye, ji ber ku Fransayê di sala 2018an de rênimayên kontrolê li bendera Calais û tunela “La Manche” ku her du peravên bi hev ve girêdide tund kiribû.

Ajansa Brîtanî “PA” ji daneyên Wezareta Navxwe ya Brîtanyayê ragihand, tenê di Mijdara borî de nêzîkî 6,900 koçberên neyasayî di Kenala Îngilîzî re gihîştibûn Brîtanyayê.

Derbaskirina Kanalê ji aliyê koçberan ve, ji bo Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson û Wezîrê Navxwe Priti Patel bûye pirsgirêkek siyasî, nemaze ku Serokê Partiya Muhafezekar piştî derketina ji Yekîtiya Ewropayê, soz daye welatiyên xwe ku dê rênimayên hatina koçberan tundtir bike.

Herwiha hatina koçberan pêwendiyên bi Fransa re aloztir kirine ku hikûmeta Brîtanî bi wî welatî bi yekê tohmetbar dike ku kedên pêwîst ji bo rêgirtina li hatina koçberan nade, tevî ku pere ji bo vê armancê hatine veqetandin.

Rageşiya di navbera her du welatan de, di meha Mijdarê de zêde bû, bi taybet ku 27 koçberên li ser belemeke lastîkî li Kanala Îngilîz xeniqîbûn.