Serok Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a tevgera Sedirê dike

Di hevdîtinê de pêngevên ji bo rûniştina yekem a Encûmena Nûneran a Iraqê û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatin gotûbêjkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 4/1/2022an pêşwazî li şandeke bilind a Tevgera Sedirê bi serokatiya Şêx hesen El-Ezarî kir.

Di hevdîtinê de, proseya siyasî ya Iraqê, derencamên hilbijartinê, pêngevên ji bo rûniştina yekem a Encûmena Nûneran a Iraqê û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatin gotûbêjkirin.

Her di wê hevdîtinê de, tekezî li berdewamiya hewlan ji bo destpêkirina qonaxeke nû di proseya siyasî ya de, derbaskirina astengiyan, bersivdana daxwaz û îradeya welatiyan û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêm û Bexdayê de hate kirin, ew jî di çarçoveya rastrêkirina proseya siyasî û berçavgirtina daxwazên hemû pêkhateyên Iraqê.