Li Bedlîsê hejmarek dever weke 'deverên ewlehiyê yên demkî' hatin ragihandin

Biryar dê heta salekê berdewam be.

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgariya Bedlîsê eşkere kir; hejmarek deverên Bedlîs û navçeyên Motkî, Tetwan û Hîzanê, weke 'deverên ewlehiyê yên demkî' hatin ragihandin.

Li gor daxuyaniya Parêzgariya Bedlîsê; bi biryara Serokomariya Tirkiyê ya roja 29ê Kanûna 2021ê a bi hejmara 4989an, ji 1ê Çileyê heta 31ê Kanûna 2022yan, çend deverên li navenda Bedlîs û navçeyên Motkî, Tetwan û Hîzanê, weke 'Deverên ewlehiyê yên demkî' hatin ragihandin.

Hat diyarkirin ku zanyariyên bi hûrgilî yên derbarê deverên ewlehiyê de li ser malpera fermî ya Parêzgariya Bedlîsê hatiye weşandin.