Îsraîl gundekî Quneytera topbaran dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa “SANA” ya Sûrî ragihand, Îsraîlê êrîşî derdora gundê El-Hurriya li gundewarê Quneyterayê kir.

Ajansa “SANA” ragihand, Îsraîlê bi hejmareke topên tankan daristanên gundê El-Hurriya kir armanc, di heman demê de dengê teqînan li herêmê hatin bihîstin.

Herwiha got, di heman dema êrîşê de helîkopter û firokeyên çavdêriyê yên Îsraîlê li asmana herêmê difiriyan.

Roja 28ê meha borî jî, Îsraîlê bi mûşekan êrişî hewşa konteynirê ya li bendera bazirganiyê ya Lazqiyeyê kiribû.

Ji sala 2011an ve, her car Îsraîl êrîşî baregehên artêşa Sûriyê û mîlîşyayên ser bi Îranê ve dike. Îsraîl Sûriyê tomebar dike ku rê dide Hizbulaha Libnanî û hêzên Îranî ji nava xaka Sûriyê ve êrîşî Îsraîlê bikin.