Heşda Şeibî êrîşa mûşekî ya li ser sengerên Pêşmerge şermezar dike

Artêşa Iraqê jî ragihand, ew lêkolînê derbarê wê bûyerê de dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Heşda Şeibî êrîşa mûşekî ya li ser sengerên hêzên Pêşmerge şermezar dike û artêşa Iraqê jî lêkolînê derbarê wê bûyerê de dike.

Desteya Heşda Şeibî di daxuyaniyekê de, êrîşa li ser Pêşmerge li Pirdê bi tundî şermezar kir û bi her armancgirtineke Pêşmerge bi “armancgirtina Heşda Şeibî” bi nav kir û daxwaza lêkolînê di wê êrîşê de kir.

Ji aliyekî din ve, Şaneya Ragihandinê ya Ewlekariya Iraqê biryar da, lêkolînê di wê êrîşa mûşekî ya li ser Pêşmerge de were kirin.

Duhî êvarê 7/1/2022an, sengerên Pêşmerge li Pirdê li bakurê Kerkûkê bi 8 mûşekan hatin armankirin, di encamê de ti ziyaneke canî yan madî nebûn.

Di wê derbarê de Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyekê de ragihand, hejmarek mûşek bi awayekî heremekî li sînorê Mihwerê Pênc ê hêzên Pêşmerge ketin û ti ziyanek negihîşt Pêşmerge.

Wezareta Pêşmerge destnîşan kir jî, wan dest bi lêkolînê derbarê wê êrîşê de kirine.