Serok Barzanî pêşwazî li şanda Huda-Parê kir
Hewlêr (K24) - Serok Mesûd Barzanî îro şemiyê 8ê Çileya 2022yan li Selahedîn pêşwaziya şandeke Partiya Doza Azad (Huda-Par) ya bi serokatiya Serokê Giştî yê Huda-Parê Zekeriya Yapicioglu kir.
Di hevdîtinê de şanda mêvan pîrozbahiya serkeftinê ya hilbijartina Cotmeha derbasbûyî ya Parlamentoya Iraqê li Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kir û di heman demê de jî hevxemiya xwe ji bo malbatên şehîdên vê dawiyê ya şerê DAIŞê û ziyanberketiyên lehiya Hewlêrê bi Serok Barzanî ragihand.
Her di vê hevdîtinê de rewşa siyasî ya Tirkiye û rewşa aliyên Kurdî yên wî welatî xistin ber behs û guftûgoyan.
Pêşxistina peywendiyên di navbera her du aliyan de mijarên din ên vê hevdîtinê bûn.