Li Silêmaniyê erdhej rûda!
Hewlêr (K24) – Li parêzgeha Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê bi pileya 4.3 erdhej rûda.
Nûçegihanê K24ê ragihand; li parêzgeha Silêmaniyê û derdora wê erdhej rûda û xelkê navçeya Çemçemalê ji ber metirsiya erdhejê derketin kûçe û kolanan.
Rêveberê Keşnasî û Erdhejê yê Herêma Kurdistanê Fazîl Îbrahîm ji K24ê re ragihand; îşev di demjimêr 21:23yan de çar erdhej li Silêmaniyê rûdan, ku ji wan herî bi hêz, li gor pîvana rîxterê 4.3 pile bû.
Fazîl Îbrahîm eşkere kir ku navenda erhejê nahiya Tekye bûye û 15 kîlometre di bin erdê de rûdaye.