Di 2 rojan de 900 koçber ji Rojavayê Kurdistanê gihîştine Kampeke Duhokê

Pêleke din a koçberiya welatiyên Rojavayê Kurdistanê ber bi Herêma Kurdistanê ve dest pê kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber xirabiya rewşa ewlehî û aboriyê, pêleke din a koçberiya welatiyên Rojavayê Kurdistanê ber bi Herêma Kurdistanê ve dest pê kiriye ku di heyama rojên borî de nêzîkî 900 kesî gihîştine kampa Berdereş a li parêzgeha Duhokê.

Li gor zanyariyên Peyamnêrê K24ê ji rêveberên kampa Berdereşê wergirtine, di du rojên borî de 880 ji koçberên Rojavayê Kurdistanê di riyên qaçax re gihîştine kampa Berdereşê.

Peyamnêrê destnîşan kir, ev hejmara koçberan, tenê yên ku gihîştine kampa Berdereşê ne û li gor zanyariyan hîn hejmareke din jî heye hîna bi rê de ne û negihîştine vê kampê.

Di wê derbarê koçberekî Rojavayê Kurdistanê ji K24ê re got: Me ji ber xirabiya rewşa aborî û jiyanê dest ji cih û warê xwe hîştiye û me berê xwe daya Herêma Kurdistanê. Herêma Kurdistanê tenê sîngê xwe ji me re vekiriye.”

Ji destpêka krîza Sûriyê di sala 2011an ve, bi sedhezaran welatiyên Rojavayê Kurdistanê ji ber rewşa şer, nebûna ewlehiyê û têkçûna rewşa aboriyê berê xwe dane Herêma Kurdistanê. Lê vê carê ev pêla koçberiyê zêdetir ji ber têkçûna rewşa  aboriyê ye.

Li gor zanyariyan, koçber bi riyên qaçax re ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Herêma Kurdistanê dibin, di wê derbarê de Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê ragihand, wan 62 kesên Sûrî ku sînor bi qaçaxî derbas kirine desteser kirine.