Diyarbekirî: Em navê Devlet Bahçelî li ser daristaneke Diyarbekirê qebûl nakin

Serokê Rêxistina MHPê ya Diyarbekirê ragihandibû ku dê li derderoya Çiyayê Çilsiwaran bi navê Serokê MHPê daristeneke bîrdariyê were çêkirin
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê hin endam û rêveberên partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û hunermend dibêjin, ew qebûl nakin ku navê Serokê Giştî yê Partiya Bizava Netewperest MHPê Devlet Bahçelî li daristanekê bê kirin. Li gorî kesên ku li dijî vê yekê derdikevin, armanca vê biryarê ew e ku hişmendiya kurdewarî were jinavbirin.

Li Diyarbekirê hejmarek endam û rêveberên partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û hunermend li ser Pira Dehderî ya dîrokî civiyan û gotin ku ew qebûl nakin şaredariya Bajarê Mezin ya Diyarbekirê navê Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî bide daristaneke li ser Çiyayê Çilsiwaran. Hevseroka Şaredariya navçeya Sûrê, ku ji karhatiye dûrxistin, Fîlîz Buluttekîn got; armanca navlêkirinê ew e ku bîreweriya bajêr were jinavbirin.

Fîlîz Buluttekîn ji K24ê re got: “Bi hizra qeyûmî dixwazin li vê derê hafizayê bidin guherandin.  Em vê biryarê qebûl nakin. Divê navê kesekî ji Amedê li daristanê bê kirin. Ti dengên Bahçelî liv ir tine ne, em vê qebûl nakin.”

Hêzên asayîşê rê li girseyê girt û nehişt ku ew biçin li ser ew cihê ku tê gotin dê bibe daristan daxuyaniyê bidin. Girseyê li ser Pira Dehderî daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew “Daristana Bîrdarî ya Devlet Bahçelî” li Diyarbekirê qebûl nakin amaje kirin ku navên bajar û gundan, çiya û newalan, kuçe û kulanên kurdan guherandin ev yek jî berdewamiya van polîtîkayan e. Hunermend Azad Bedran got; ew ne li dijî daristanê ne ew li dijî navlêkirin û hişmendiyê ku dijayetiya kurdan dikin in.

Hunermend Azad Bedran dibêje: “Ew kesên ku ev 40 sal in em wekî îdeolojîk ji hev cida ne ew kesên ku serkêşiya dijatiya kurdan dikin. Tê xwestin ku navên wan li daristanê were dayîn, em bi tundî vê yekê şermezar dikin.”

Serokê Rêxistina MHPê ya Diyarbekirê Cîhan Kayaalp ragihandibû ku dê li derderoya Çiyayê Çilsiwaran ango Kirklar Daxi, bi navê Serokê MHPê daristeneke bîrdariyê ku 210 donim e were çêkirin û kempîna komkirina şitlên daran ragihandibû. Heta niha ne ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ne jî ji aliyê Şaredariya Sûrê ve ti daxuyaniyên fermî li ser vê mijarê nehatine ragihandin.