Endamekî Xaça Sor a Navdewletî li Holê birîndar bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamekî Xaça Sor a Navdewletî di êrîşeke şaneyên DAIŞê de li kampa Holê birîndar bû.

Hat ragihandin, li kampa Holê bi amûreyeke tûj êrîş li endamekî Xaça Sor a Navdewletî hate kirin û di encamê de ew birîndar bû.

Piştî wê êrîşê, Xaça Sor a Navdewletî hemû xalên xwe di nava kampê de vala kirin û endamên xwe bi temamî ji kampa Holê vekşandin.

Ev êrîş di demekê de ye, duhî peresterekî Heyva Sor a Kurd li kampa Holê li ser destê endamên DAIŞê hatibû kuştin.