Parêzgarê Hewlêrê: Ji ber lehiyê ti ziyanên canî nebûne

Parêzgarê Hewlêrê: Di encama kombûna avê de hin rê û kolan hatine girtin û astengiya çûnûhatinê ji welatiyan re dirust bûye

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Hewlêrê ji ber barîna baraneke xurt, lehî li hin cihên Hewlêrê rabûye û hejmarek ji riyan ji ber kombûna avê hatine girtin. Parêzgarê Hewlêrê jî radigihîne, ti ziyaneyek canî nebû.

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw îro di konferanseke rojnamevanî de ragihand, li hin taxên bajarê Hewlêrê ji ber barîna baranê av kom bû, lê xweşbextane ti ziyaneke canî nebû.

Parêzgarê Hewlêrê diyar kir, di encama kombûna avê de hin rê û kolan hatine girtin û astengiya çûnûhatinê ji welatiyan re dirust bûye.

Omêd Xoşnaw destnîşan kir jî, tê pêşbînîkirin şeva bê û heta bi sibê jî baran bibare, ji ber wê hemû tîmên hawarhatinê û berevaniya şaristanî di rewşa amadebaşiyê de ne û her kesê metirsî li wî çêbibe, divê pêwendiyê bi tîmên wan re bike.

Parêzgarê bal kişande ser wê yekê, divê welatî jî hevahengî û hevkariyê bikin û eger karê wan ne gelekî girîng be, ji malê dernekevin û çûnûhatina xwe sînordar bikin.