DÎERG: Divê dersên Kurdî bibin neçarî

"Divê dersa Kurdî herî kêm heftane du saet wek mecbûrî bê dayîn."

Navenda Nûçeyan (K24) – Pêvajoya hilbijartina dersên bijarte li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji roja 3yê Çileya 2022yan ve despê kiriye.  Li gor rêziknameya wezaretê, xwendekarên dibistana navîn ên polên 5-6-7 û 8an ji 3 heta 21ê Çileyê dikarin serî li rêveberiya dibistanên xwe bidin û Kurmancî û Zazakî wek dersên bijarte hilbijêrin.

Rêxistinên taybet bi warê perwerde û ziman, civaka sivîl, partiyên Kurdî yên Bakurê Kurdistanê, çalakvan û akademisyenan kampanya piştgirîkirina xwendina bi zimanê Kurdî dane destpêkirin.

Hewldana Reform û Şopandina Perwerdeyê li Diyarbekirê (DÎERG) jî ragihand ku divê li Bakurê Kurdistanê dersên Kurdî (Kurmancî û Zazakî) li dibistanan bibin neçarî.

DÎERGê derbarê vê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir û tê de ragihand ku proseya hilbijartina dersên bijartê yên bo perwerdeya serdema 2022-2023an berdewam e.

DÎERG dide zanîn ku hejmarek komele, weqf, însiyatîf û kesayet hewl didin ji bo hinek zimanên li Tirkiyê di bin metirsiya windabûnê de ne dersên bijarte li dibistanan bên vekirin. DÎERG amaje bi wê yekê dide ku li Tirkiyê nifûseke wê ya mezin ji Kurdan pêk tê, lewma pêwîstî bi parastin û pêşxistina cihêrengiya Kurdan heye.

Herwiha dibêje ku di 1ê Kanûna 2021an de wan ji bo 20emîn Lijneya Perwerdeyê pêşniyar kiribû ku zimanê Kurdî bibe neçarî. DÎERG dibêje, ew niha jî ligel wê yekê ne ku li Bakurê Kurdistanê dersa Kurdî ne wek dersa bijarte be, lê divê herî kêm heftane du saet wek mecbûrî bê dayîn.