Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Brîtanya yê li Iraqê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 16/1/2022an pêşwazî li Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Mark Bryson-Richardson kir.
Di hevdîtinê de ku Balyozê Giştî yê Brîtanyayê li Hewlêrê David Hunt amade bû, dawî guhartin û pêşhatên Iraqê yên piştî hilbijartina Desteya Serokatiya Encûmena Wezîran û hewlên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatin gotûbêjkirin.
Her du aliyan tekezî li ser girîngiya pêkanîna hikûmetekê kir ku xizmeta tevahiya welatiyan û pêkhateyên Iraqê bike û pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî de mane li ser bingeha destûrê çareser bike.
Di tewereke din a civînê de, guftûgo derbarê babeta koçberan hate kirin û amaje bi girîngiya pêşxistina hevahengiyê di navbera saziyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Brîtanyayê hate kirin, bi taybetî di rûbirûbûna tawanên rêkxistinkirî û rêgirtina li koçkirinê bi riyên neyasayî.
Çaksaziyên Hikûmeta Herêmê û pêşvebirina pêwendiyên dualî bi taybet di warê weberhênanê de, mijarên din ên guftûgoyên civînê bûn.