Silêman Çevîk: Em ê 5 hezar pirtûkên zarokan ji bo piştgiriya dersa Kurdî belav bikin

"Îsal ji bo hilbijartina dersa Kurdî gelek hewldanên baş hene."
Berpirsê Giştî yê Weşanxaneya Nûbiharê Silêman Çevîk
Berpirsê Giştî yê Weşanxaneya Nûbiharê Silêman Çevîk

Hewlêr (K24) - Rêveberê Giştî yê Weşanxaneya Nûbiharê Silêman Çevîk ragihand; ji bo piştgiriya dersa zimanê Kurdî ew weke Weşanxaneya Nûbiharê dê 5 hezar pirtûkên Kurdî yên ji bo zarokan li polên Kurdî belav bikin.

Silêman Çevîk li Stenbolê ji K24ê re diyar kir; îsal ji bo hilbijartina dersa Kurdî gelek hewldanên baş hene û ji her derdorê, komele, weşanxane, kesayet û platform hemû daxwaza wan ew e ku zarokên Kurdan, çi Zazakî, çi Kurmancî, zimanê Kurdî hilbijêrin.

Çevîk destnîşan kir ku ev dersa bijarte ya Kurdî ji sala 2012an ve bi awayekî yasayî li dibistanên Bakurê Kurdistanê heye û got: “Mixabin ev tiştê ku heye, heta niha Kurdan jê îstîfade nekir.”

Rêveberê Giştî yê Weşanxaneya Nûbiharê bal kişand ser wê yekê ku medyaya Kurdî di vê dema dawî de helwesteke gelek baş nîşan da û got: “Em spasiya xwe ji wan re dikin.”

Silêman Çevîk ragihand ku ew weke Weşanxaneya Nûbiharê ji bo piştgiriya zarokên ku dersa Kurdî hildibijêrin, dê 5 hezar pirtûkên zarokan bi awayekî bêpere belav bikin.