Barîna berfê li Rojavayê Kurdistanê dest pê kiriye

Berfa Efrînê
Berfa Efrînê

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji duhî ve pêleke barîna berfê li Efrîn, Kobanê û hin hin navçeyên Cîzîra Rojavayê Kurdistanê dest pê kiriye û riyên hin gund û navçeyên Efrîn hatine girtin.

Li gor jêderên ji bajarê Efrînê, ji duhî pêle barîna berfê li bajarê Efrînê û navçeyên wê dest pê kiriye û riyên gundên çiyayî yên navçeyên Raco, Mabeta, Şiyê, Şera û Bilbilê hatine girtin.

Her li gor zanyariyan, li bajar û gundê Kobanê jî berf bariye û pileyên germahiyê dacetine, ligel wê jî welatî bi hêvî û kêfxweşî pêşwazî li barîna berfê dikin.

Li herêma Cizîrê jî, li Heseke, Qamişlo, Amûde û Dirbêsiyê jî îro barîna berfê dest pê kiriye û pileyên germahiyê daketine.

Hin dîmenên berfa li Efrînê: