Li Diyarbekirê rêyên 7 navçe û 570 gundan ji ber berfê hatin girtin

Parêzgariya Diyarbekirê li ser rewşa dawî ya encamên barîna berfê û keş û hewayê daxuyaniyek da.
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Parêzgariya Diyarbekirê li ser rewşa dawî ya encamên barîna berfê û keş û hewayê daxuyaniyek da.

Parêzgarê Diyarbekirê û qayîmê Şaredariya Bajarê Mezin yê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, daxuyand ku ji ber berfê rêya 10 navçeyan hatiye girtin û îro rêya 3 navçeyan hatiye vekirin, lê ji bo vekirina rêyên 7 navçeyan û 570 gund û mezrikan jî didome.

Karaloglu bal kişand ku ji sala 1974’an ve, 49 sal bişûnde berfeke wiha bihêz li bajêr bariye û ew jî hewldanên ku bandorên wê yên neyînî kêm bikin, didin.

Parêzgarê Diyarbekirê dîsa ragihand ku li Pasûra navçeya Diyarbekirê ku rêya wê girtiye, berf ji metreyekî derbas bûye û li nav bajêrê Diyarbekirê jî teqrîben 25 cm berf bariye.

Ji ber berfê û rêyên girtî tevahî li 483 tax û gundan jî elektrîk qut bûye û parêzgarê Diyarbekirê ragihand ku piştî ku rê bên vekirin, dê elektrîk jî bên berdan.

Hêjayî gotinê ye ku ji paqijiya rêyên nav bajarê Diyarbekirê jî welatîyan gelek gazinc dikin û li ser medya herêmî û medya civakî jî ew bertek û nerazîbûn hatine belav kirin.