Li zindana Hesekê teqîn: DAIŞê êrîş kir

Dengê gelek teqeyan hatin bihîstin.
Dîmena teqîna li zindana Hesekê
Dîmena teqîna li zindana Hesekê

Hewlêr (K24) – Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê li zindana Sinae ku çekdarên DAIŞê tê de ne, teqînekê rûda û piştî teqînê DAIŞê êrîş kir û dengê gelek teqeyan hatin bihîstin.

Li gor zanyariyên K24ê, xwekujekî li nêzîkî xaleke kontrolê ya zindanê, xwe teqandiye û piştre şer û pevçûneke dijwar di navbera çekdarên DAIŞê û hêzên HSDê de rûdaye.

Piştî teqînê hêzeke mezin bo zindanê hatine veguhestin û nêzîkî 20 zindanî reviyane. Niha firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî li esmanê zindanê dizîvirin.

Li zindana Sinae ji 48 welatan 4 hezar çekdarên DAIŞê hene û li Rojavayê Kurdistanê zindana herî mezin a girtiyên DAIŞê ye.