Rewangeha Sûrî: Di êrîşa zindana Hesekê de 16 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan hejmara qurbaniyên êrîşa duh a li zindana Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê ragihand.

Hewlêr (K24) – Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan hejmara qurbaniyên êrîşa duh a li zindana Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê ragihand.

Rewangeha Sûrî eşkere kir; di êrîşa şeva borî de li zindana Hesekê 16 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

Herwiha ragihand ku ji Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Asayîş û pasevanên girtîgehê, 20 kesan canê xwe ji dest dane.

Li gor ragihandina Rewangeha Sûrî; di êrîşê de 5 kesên sivîl jî jiyana xwe ji dest dane.

Hat ragihandin ku operasyona leşkerî li nêzîkî Girtîgeha Xiwêran didome.

Duh bi şev li bajarê Hesekê li zindana Sinae ku çekdarên DAIŞê tê de ne, teqînekê rûda û piştî teqînê DAIŞê êrîş kir û dengê gelek teqeyan hatin bihîstin.

Li gor zanyariyên K24ê, xwekujekî li nêzîkî xaleke kontrolê ya zindanê, xwe teqandiye û piştre şer û pevçûneke dijwar di navbera çekdarên DAIŞê û hêzên HSDê de rûdaye.