Li Bakurê Kurdistanê helmetên waneya Kurdî bi berfirehî didome

Partiyên siyasî û saziyên sivîl û civakî helemetên waneya Kurdî girîng dinirxînin û balê dikşînin ku hefteyê 2 demjimêr bes nake, lê wek destpêk gelek girîng in
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Ji bo ku Kurd ji mafê dersên bijarde agahdar bibin û ji bo zarokên xwe hefteyê 2 dersên Kurdî hilbijêrin, bangeşî û xebatên saziyên zimanê Kurdî berdewam dike. Helmetên waneya Kurdî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî piştgiriyeke giştî û yekrêz jî tomer dike.

Li Tirkiyeyê moleta dersên bijarde ku biryarbû di 21’ê Rêbendanê xilas bibe, ji aliyê wezareta Perwerdehîyê ya Tirkiyeyê ve ji bo 7 Sibatê hat dirêj kirin. Bi wê biryarê re jî xebat û çalakiyên ku xendekarên polên 5,6,7 û 8’an ji dersa Kurdî agahdar bibin û hilbijerin jî berfireh dibin û berdewam dikin.

Hereketa Zimanê Kurdî HezKurd jî, di 21’ê Rêbendanê de, li ber mizgeftan belavok belav kirin. Endamê HezKurdê Erol Hişyar jî balê kişand ku gelek welatî, ji hebûna vî mafan agahdar nîn in û ew jî wek dildarê zimanê xwe helwdidin da ku zarok û welatî wî mafî bizanin û bikar bînin.

Mamoste û endamê HezKurdê Erol Hişyar: “Me xwest îro belavok belav bikin da ku welatiyên me yên Kurd ji bo zarokên xwe dersên Zazakî û Kurmancî hilbijêrin. Seîdê Kurdî dibêje ziman xwediyarkirina perwerdehiyê ye, xwediyarkirina ehlaqê ye û birqa eşqa neteweyî ye, dîsa dara bihêştê û Tubaî cenetê ye. Loma jî divê Kurd jî zimanê xwe fêr bibin. Em jî divê wan perwerde bikin. Îro firsendeke fermî heye divê em jî bi başî jê sûd werbigirin.”

Di 21’ê Rêbendanê de, li dibîstanên li Tirkiyeyê û bakûrê Kurdistanê jî werzê yekem yê perwerdehiyê xilas dibe û karne ango encamnameyên werzê tên belav kirin.

Heserokê Duyemîn Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerdehiyê  Egîtîm-Sen ê Diyarbekirê Fesîh Zîrek jî ragihand ku di zimanê zikmakî de perwerdehî mafekî ye û divê hemû gel jî jê sûdê bikarin werbigirin. Zîrêk balê kişand kêmasiya mamosteyên Kurdî û daxwaz kir ku wezaret wan kêmasiyan jî li gor pêwistiyan têkuz bike.

Fesîh Zîrek dibêje: “Ji bo ew maf bê bikaranîin çi ji destên tê em dikin. Di vî warî de îro mamoste tune ne. Mamosteyên ku wek fermî hatibin peywirdarkirin tune ne. Wek em di daxuayniyên xwe de destnîşan dikin, li tevahî Tirkiyeyê 75 mamosteyên Kurdî, mamosteyên Zazakî û Kurmancî hene. Li 82 bajaran 75 mamoste, dê besî çi bikin? Ez dixwazim viya bibîr bînim ku li dibîstana nebûyîna mamosteyan, nayê wateya ku zarok nikaribin ji wî mafê xwe sûd werbigirin.”

Partiyên siyasî û saziyên sivîl û civakî helemetên waneya Kurdî girîng dinirxînin û balê dikşînin ku hefteyê 2 demjimêr bes nake, lê wek destpêk û ji bo diyarkirina pêwistiya perwerdehiya zimanê Kurdî bi dayardeyan aşkere bibe, dersên bijarde yên Kurdî gelek girîng in.