Li Diyarbekirê ji ber mijê geştên asmanî hatin rawestandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Diyarbekirê ji ber mijê, geştên asmanî hatin rawestandin. Riya Diyarbekir û Riha û Diyarbekir û Elezîzê hatin vekirin.

Li Diyarbekirê ji ber mija zêde, hemû geştên asmanî yên ji Diyarbekirê û ji bo Diyarbekirê hatin rawestandin. Rêveberiya Balafirgeha Diyarbekirê ragihand, ji ber mija zêde balafir nikarin bifirin û danin.

Rêveberiya Balafirgeha Diyarbekirê destnîşan kir, “Tê çaverêkirin ku di demjimêrên pêş de bi belavbûna mijê geştên asmanî ji nû ve dest pê bikin.”

Li Diyarbekirê jî germahiya hewayê bi şevê di jêr sifrê de 7, bi roj jî jor sifrê 4 pile ye.

Ji aliyê din ve, riya Diyarbekir û Rihayê û Diyarbekir û Elezîzê jî hat vekirin. Bi hezaran wesayîtên ku ku ev du roj bûn di rê de asê mabûn bi kontrolî derbas dibin.

Li gorî daneyên saziya keşûhewayê ya Tirkiyeyê tê çaverêkirin ku heta 27ê Çile roja Pêncşemê jî li herêma Diyarbekirê barîna berfê berdewam be.