Biden gefa cezayên li ser Putin dixwe, eger Rûsya Ukraynayê dagîr bike

Biden hişyarî da, eger Putîn biryara dagirkirina Ukraynayê bide, dê "encamên giran" derkevin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîka Joe Biden radigihîne, eger hêzên Rûsî êrîşî Ukraynayê bikin, ew amade ye sizayan li ser hevtayê xwe yê Rûsî Vladimir Putin bisepîne.

Serokê Amerîka Joe Bidendi bersiva pirseke rojnamevanekê ku jê pirsî “gelo hûn ê bi xwe cezayan li ser Putîn bisepînin” bersiv da, “Erê. Ez dikarim vê yekê bikim.”

Herwiha Biden hişyarî da, eger Putîn biryara dagîrkirina Ukraynayê bide, dê "encamên giran" derkevin.

Biden piştrast kir jî, niyaza wî tune ye ku hêzên Amerîkî û NATO veguhezîne Ukraynayê.

Biden pêşbînî kir, ew ê di demek nêzîk de 8500 hêzên Amerîkî veguhezîne ku Pentagon roja Duşemê ragihand, ew hêz di amadebaşiyê de ne.

Ji aliyê xwe ve, Berdevkê Pentagonê  John Kirby ragihandibû, heta niha biryara şandina hêzên din ên Amerîkayê bo Ewropayê nehatiye standin.

Bi kombûna bi dehhezaran leşkerên Rûsî li ser sînorê Ukraynayê, alozî di navbera Mosko û welatên rojava de gihîşt asta herî jor û egera derketina şerekî berfireh li Ewropaya Rojhilat heye.

Amerîka piştgira herî bihêz a Ukraynayê ye û hewl dide wî welatî ji êrîşeke nû ya Rûsyayê dûr bixe ku hêzên xwe li nêzîkî sînorê Ukraynayê kom kirine, lê Moskow red dike ku êrîşî Ukraynayê bike.

Di wê derbarê de, firokeyeke Amerîkî ku kelûpel û cebilxane hilgirtibû roja Sêşemê li Kîevê daketibû.

Amerîka ji sala 2014an û vir ve, ji dema ku Rûsyayê nîvgirava Kirimê ya Ukraynayê dagir kiriye, zêdetirî ji 650 mîlyon Dolar ji bo alîkariya ewlekarî ji Ukraynayê re veqetandiye.