DAIŞê li parêzgeha Selahedîn êrîş kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Medyaya Iraqê ragihand; duh bi şev çekdarên DAIŞê li sînorê parêzgeha Selahedîn êrîşî xaleke pişkinînê ya artêşa Iraqê kir.
Hat ragihandin ku şer û pevçûn di navbera artêşa Iraqê û çekdarên DAIŞê de rûdaye û ji herdu aliyan kuştî hene.
Li gor zanyariyên destpêkê, di şer û pevçûnê de çekdarekî DAIŞê û 4 serbazên artêşa Iraqê hatin kuştin.
Bûye çend meh, çekdarên rêxistina DAIŞê li parêzgehên Iraqê û deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê êrîşên xwe li ser hêzên artêşê û welatiyên sivîl zêde kirine.
Heta niha bi dehan serbaz û welatî bûne qurbaniyên wan êrîşan, li deverên Kurdistanî jî, welatî daxwaz dikin ku hêzên Pêşmerge vegerên deverên wan.