Hêmin Hewramî: Pêwîst e hilbijartina Kurdistanê di dema xwe de bê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî radigihîne, roja 6/11/2022an xula pêncem a Parlamentiya Kurdistanê bi dawî dibe, pêwîst e berî vê rojê hilbijartin hatibe kirin.

Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî li eventa Platforma Kurdistanê ji bo Pirsên Niştimanî de ragihand, wan aliyên siyasî yên di nava Parlamentoyê de re gotiye, berî bidawîbûna xula pêncem, amadekariyên ji bo hilbijartina bê de bikin.

Hewramî destnîşan kir jî, heta dema bidawîbûna dema xula pêncem a Parlemantoyê ku 6/11/2022an e, divê hemû alî pabendî rêkarên yasayî bin.

Got jî: “Divê çarenivîsa Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan bê yekalîkirin, ta ku amadekariyan ji bo encamdana hilbijartinan bike.

Hemin Hewramî da zanîn jî, berî demekê civîneke girîng di navbera Serokê Herêma Kurdistanê û Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Plasschaert hat kirin û tê de tekezî li encamdana hilbijartinan di dema xwe de hate kirin.