Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Helbûsî ligel Muqteda Sedir civiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Li ser destpêşxeriya Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Parlametoya Iraqê Mehemed Helbûsî ligel Rêberê Tevgera Sedirê Muqteda Sedir li Necefê civiyan.

Serok Barzanî destpêşxerî kiribû, “Ji bo çareserkirina kêşe û pirsgirêkan û amadekirina keşeke guncaw û baş ji bo proseya siyasî ya Iraqê, min destpêşxeriyeke siyasî pêş kir. Di çarçoveya vê destpêşxeriyê de, min pêşniyaz kiriye, birêz Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Helbûsî serdana Seyid Muqteda Sedir bikin û li ser çawaniya berdewambûna proseya siyasî û nehîştina astengî û pirsgirêkan şêwirê bikin. Hêvîdar im ev destpêşxerî erênî be û di berjewendiya Iraq û hemû pêkhateyan de be.”

Piştî destpêşxeriya Serok Barzanî, îro danê sibê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Parlametoya Iraqê Mehemed Helbûsî gihîştin Necefê û ligel Muqteda Sedir civiyan.