1ê Sibatê.. Cejneke li Kurdistanê veguherî trajediyekê

Serkirdeyên Herêma Kurrdistanê salane şehîdên vê karesatê bi danîna destegulan li ser monumenta qurbaniyan bi bîr tînin

Nûçeyan Nûçeyan (K24) – Îro 18 sal sal di ser  karesata 1ê Sibata 2004ê derbas dibin ku di encamê de zêdetir ji 100 kesî şehîd bûn û hejmareke din jî birîndar bûn.

1ê Şibata 2004an du teroristan xwe li baregehên Liqê 2 ê PDKê û Malbenda 3 a YNKê li Hewlêrê teqandin û di encamê de 103 kes şehîd bûn û hejmareke din jî birîndar bûn.

Şehîdên 1ê Şibatê

Di her du teqandin bi dehan endam, kadro, serkirde û alîgirên her du partiyan û hejmarek ji welatiyên hatibûn pîrozbahiya Cejna Remezanê bûn qurbanî.

Siyasetmedarê navdar û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Samî Ebdulrehman jî di nav şehîdên wê karesatê de bû.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo bîranîna şehîdên wê karesatê, salane bîrdarîyekê saz dike û mezintirîn parka Hewlêrê jî bi navê şehîd Samî Ebdulrehman bi nav kir.

Monumenta Şehîdên 1ê Şibatê li Hewlêrê

Serkirdeyên Herêmê salane şehîdên vê karesatê bi danîna destegulan li ser monumenta qurbaniyan bi bîr tînin, lê nexweşiya Koronayê û tedbîrên xwerastinê, rê neda di du salên borî de merasîmên bibîranînê werin kirin.

Îro jî, bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayiq, şehîdên 1ê Şibatê li Parka Samî Ebdulrehman hatin bibîranîn.