Ji ber zexta artêşa Iraqê gundê xwe bi cih hişt û di rê de canê xwe ji dest da

Cotkarekî Kurd li gundê Şinaxe yê ser bi Sergeran, duh di dema cotkirinê de hêzên artêşa Iraqê çûne ser serê wî û piştî lêdan û sivikatîkirinê, zindanî kirine.

Sergeran (K24) – Cotkarekî Kurd li gundê Şinaxe yê ser bi Sergeran, duh di dema cotkirinê de hêzên artêşa Iraqê çûne ser serê wî û piştî lêdan û sivikatîkirinê, ew zindanî kirine.

Îro piştî ku bi kefalet hatiye berdan, cotkarê Kurd Azad Arif ji malbata xwe re gotiye ku ew gund bi cih dihêle û diçe Hewlêr, lê belê di rê de traktora wî wergeriyaye û canê xwe ji daye.

Çend meh in artêşa Iraqê bi hincetên hebûna kêşe li zeviyên gundê Şinaxe, ligel Erebên hawirde cotkirin û bikaranîna zeviyan li Kurdan qedexe kirine.

Piştî bûyerên 16ê Cotmehê û êrîşa Heşda Şeibî û artêşa Iraqê bo ser Kerkûk û deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û vekişîna hêzên Pêşmerge ji wan deveran, tevî têkçûna rewşa ewlehiyê ji ber hebûna çalakiyên şaneyên razayî yên DAIŞê û êrîşên wê yên berdewam bo ser xelkê, her roj Erebên hawirde bi piştevaniya artêş û berpirsên Ereb ên dijî Kurdan, kêşe li ber Kurdên xwediyê resen ên wan deveran derdixin.

Erebên hawirde dixwazin bi darê zorê zevî û gundên wan dagir bikin, bi taybetî jî li parêzgeha Kerkûkê, ku Erebên hawirde ji aliyê parêzgarê sepandî yê Kerkûkê ve têne piştevanîkirin û zextê li Kurdên wê deverê dikin, da ku cih û warê xwe bi cih bihêlin.