Hêzeke taybet a Amerîkayê rêxistina El Qaîdeyê li Sûriyê kire armanc

Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand; hêzeke taybet a Amerîkayê li bakurê rojavayê Sûriyê operasyoneke serkeftî li dijî armanceke El Qaîdeyê pêk aniye.

Hewlêr (K24) - Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand; hêzeke taybet a Amerîkayê li bakurê rojavayê Sûriyê operasyoneke serkeftî li dijî armanceke El Qaîdeyê pêk aniye.

Berdevkê Pentagonê John Kirby di daxuyaniyekê de diyar kir: “Hêza operasyonên taybet a Amerîkayê di bin kontrola Fermandariya navendî ya Amerîkayê de operasyoneke dijî terorê li bakurê rojavayê Sûriyê pêk anîn. Operasyon serkeftî bû. Ti zerareke canî ya Amerîkî çênebûye.”

Berê sibeha îro Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê bi serkirdayetiya Amerîkayê operasyoneke serbazî dijî endamekî gumanbar ê Rêxistina Qaîdeyê li bajarokê Atma li bakurê Sûriyê pêk anî, Ajansa Nûçeyan Reutersê li ser zimanê şêniyên navçeyê belav kiriye ku herî kêm 13 kes hatine kuştin, ku di nav wan de şeş zarok û çar jin hene.

Pentagonê di daxuyaniya xwe de amaje bi kuştina xelkê sivîl nedaye, dibêje di dema pêş de zanyariyên zêdetir belav dikin.

Hejmarek grûpên cîhadî yên ser bi rêxistina El Qaîde li bakurê rojavayê Sûriyê çalak in û cihê herî dawî yê wan çekdaran e, ku li dijî Beşar Esed şer dikin.