Joe Biden kuştina serkirdeyê DAIŞê ragihand

Serokê Amerîkayê kuştina Ebdullah Qerdaşî û 11 çekdarên din ên DAIŞê ragihand.

Hewlêr (K24) – Serokê Amerîkayê Joe Biden kuştina serkirdeyê rêxistina DAIŞê ragihand, ku piştî kuştina Ebû Bekir Bexdadî li şûna wî hatibû diyarkirin.

Joe Biden kuştina Ebû Îbrahîm El Haşimî El Qureyşî û 11 çekdarên din ên DAIŞê ragihand.

Biden diyar kir; ev êrîş ji bo parastina Amerîka û Hevpeymanan bû û serbazên wan bi silametî vegeriyane.

Serokê Amerîkayê da zanîn ku di dema bê de zanyariyên zêdetir dê li ser vê êrîşa artêşa Amerîkayê belav bikin.

Joe Biden diyar kir: “Bi fermana min hêzên serbazî yên Amerîkayê operasyoneke dije terorê bi serkeftin kirin. Hêzên me li bakurê rojavayê Sûriyê xelîfeyê DAIŞê Ebû Ibrahîm Haşîm El Qureyşî kuştin. Hêzên me yên serbazî bi selametî vegeriyan. Spas ji bo hêzên me yên çekdar ên netirs, serkirdeyê DAIŞê Ebû Îbrahîm El Haşimî El Qureyşî kuşt.”