Hêzên Amerîkayê ber bi rojhilatê Ewropayê bi rê ketin

Matt Visser diyar kir; serbazên wan ji bakurê Calorinayê bi balafiran ber bi rojhilatê Ewropayê bi ketine.

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Artêşa Amerîkayê Matt Visser ragihand; di destpêka zêdebûna aloziyên navbera Ukrayna û Rûsyayê de, Amerîkayê ber bi rojhilatê Ewropayê dest bi tevgerê kir.

Matt Visser diyar kir; serbazên wan ji bakurê Calorinayê bi balafiran ber bi rojhilatê Ewropayê bi ketine.

Visser eşkere kir: “Em ê nêzîkî 1700 serbaz bişînin Polandayê û 300 serbaz jî bişînin Almanyayê.”

Roja çarşema borî, Washingtonê ragihand; nêzîkî 3000 serbazên din dê bişînin Polanda û Romanyayê, ev jî bi mebesta bihêzkirina asayîşa rojhilatê Ewropayê li dijî egera êrîşa Rûsyayê bo ser Ukraynayê.

Demek e kêşeyên navbera Ukrayna û Rûsyayê kûrtir bûne, Moskow 128 hezar serbaz li ser sînorê Kievê belav kirine, li hember wê, Serokê Amerîkayê Joe Biden biryara şandina hêzê bo rojhilatê Ewropayê derxist.