Sedir bi telefonê pêwendiyê bi Serok Barzanî re kir

Di wê pêwendiya telefonî de, tekezî li hevpeymaniya stratejîk û berdewamiya hewildanan ji bo bilezkirina pêkanîna hikûmeta piraniya niştimanî hate kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêberê Tevgera Sedirê Muqteda Sedir bi riya telefonê, pêwendî bi Serok Mesûd Barzanî re kir û tê de tekezî li ser hevpeymaniya stratejîk û berdewamiya hewildanên ji bo pêkanîna hikûmeta piranî ya niştimanî hate kirin.

Baregeha Barzanî di daxuyaniyekê de ragihand, “Rêberê Tevgera Sedirê Muqteda Sedir îro 5ê Sibata 2022an bi riya telefonê, pêwendî bi Serok Mesûd Barzanî re kir.”

Diyar kir jî, “Di wê pêwendiya telefonî de, tekezî li hevpeymaniya stratejîk û berdewamiya hewildanan ji bo bilezkirina pêkanîna hikûmeta piraniya niştimanî hate kirin, ji bo hikûmeta bê bikare bi erkê xwe li hember daxwazên gelê Iraqê, parastina berjewendiyên bilind û kûrkirina aramî û xweşguzariyê rabe.”

Ev pêwendiya telefonî piştî wê yekê tê, îro Fraksiyona Tevgera Sedir a li Parlamentoya Iraqê ragihand; fraksiyona wan beşdarî civîna 7ê Sibatê ya parlamentoyê nabe ku ew civîn taybet e bi hilbijartina Serokkomarê.