Çekdarên DAIŞê li Kampa Holê êrîşî parêzvanên kampê kirin

Çekdarên DAIŞê yên li Kampa Holê ya li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê êrîşî parêzvanên kampê kirin.

Hewlêr (K24) – Çekdarên DAIŞê li Kampa Holê ya li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê êrîşî parêzvanên kampê kirin û di encama êrîşê de kuştî û birîndar hene.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan ragihand; çekdarên DAIŞê hewl dan du parêzvanên kampê birevînin û piştre şer di navbera wan de rûda û di encamê de zarokek hat kuştin û şeş kesên endamên malbatên DAIŞê birîndar bûn.

Rewangehê eşkere kir; hejmarek endamên malbatên DAIŞê yên li nava Kampa Holê hewl dane ku du parêzvanên Beşa Koçberan dîl bigrin, lê ji aliyê parêzvanên kampê ve teqe li wan hatine kirin û di encamê de zarokekî 10 salî hatiye kuştin û 6 kesên ji endamên malbatên DAIŞê yên li nava kampê birîndar bûne û birînên beşek ji wan giran in.

Demek e li nava Kampa Holê tawanên kuştinê zêde bûye, li gor amareke Rewangeha Sûrî, tenê di meha borî de 4 tawanên kuştinê ji aliyê endamên malbatên DAIŞê ve li nav kampê hatine kirin, ku ji du penaberên Iraqî û awareyekî Sûrî û endamekî hawarçûnê yê xizmetguzariya kampê pêk hatibûn.

Herwiha destnîşan kiriye ku di nava sala 2021ê de 84 tawanên kuştinê li nava kampê hatine encamdan û 89 kes hatine kuştin, ku ji wan du kes endamên asayîşê, 67 kes penaberên Iraqî, di nav wan de 3 zarok, 19 jin û 20 kes hilgirê nasnameya Sûrî bûn.