Tendirustkaran bo rojekê dest ji kar berdan

Ji bo başkirina şert û mercên giran ên qada tendirsutiyê tendirustkaran li Diyarbekirê çalakiyek li dar xistin.
Diyarbekir, wêne: K24
Diyarbekir, wêne: K24

Diyarbekir (K24) - Sendîqeya Kedkarên Tendirustiyê û Yekîtiya Bijişkên Tirkiyê bo rojekê bi mebesta başkirina derfeta karkirinê û dahatên tendirustkaran dest ji kar berdan. Tendirustkar li Diyarbekirê li Qada Şêx Seîd civiyan û bi civîna çapemeniyê bang li rayedaran kirin ku pêşwaziyê li daxwazên wan bikin.

Ji bo başkirina şert û mercên giran ên qada tendirsutiyê tendirustkaran li Diyarbekirê çalakiyek li dar xistin. Tendirustkaran bo rojekê dest ji kar berdan û bang kirin ku dahatên wan li gorî enflasyonê û bihabûnê ji nû ve werin rêkûpêkkirin. Çalakî bi amadekariya Sendîqeya Kedkarên Tendirustiyê û Yekîtiya Bijişkên Tirkiyê hat kirin û tendirustkaran piştî dest ji kar berdan li Qada Şêx Seîd kom bûn û li vê derê bi diruşmeyan û bi govendê çalakiya xwe pêk anîn.

Seroka Jûra Bijişkan a Şaxa Diyarbekir Dr. Elîf Turan anî zimên ku ji xwe şert û mercên tendirustkaran giran bûn û bi pandemî û qeyrana aboriyê ev yek kurtir bûye.

Dr. Elîf Turan ji K24ê re diyar kir: “Ji xwe beriya koronayê şertên me dijwar bûn, niha dijwartir bûye. Tendirustkar nikarin debara xwe bikin. Hevalên nû dest bi kar dikin 4 hezar û 800 lîre û pispor jî derdora 5 hezarî distînin. Mûçe di asta kêmtirîn mûçe de ne, di sînorê xîzaniyê de ne.”

Rêxistinên tendirustiyê bal kişandin ku hem tendirustkar di nav rewşên giran de kar dikin hem jî welatî dema ku nexweş dikevin nikarin xizmetek baş bistînin

Endamê Lijneya Rumetê Ya Bilind ê Yekitiya Jûra Bijişkên Tirkiyeyê Dr. Şêhmus Gokalp anî zimên ku xizmeta tendirustiyê jî her ku diçe biha dibe.

Dr. Şêhmus Gokalp ji K24ê re eşkere kir: “Di pergala tendirustiyê de nexweş wek mişterî tên dîtin û bijişk jî wek esnaf tên dîtin. Ji ber ku qada taybet de biha zêde ne welatî nikarin xizmeta tendirustiyê bistînin. Bila dema xizmeta tendirustiyê distînin pere ji berîka welatiyan dernekeve û dewlet vê xizmetê bide. Bila korona wek nexweşiya pîşeyî were pejirandin. Ji ber ku gelek hevkarên me ji ber vê nexweşiyê mirin û mafên wan nehatin standin.”

Tendirustkar balê dikêşin ku her çiqas mûçeyên wan hatibin zêdekirin jî di nava mûçeyan de newekhevî heye û zêdebûna mûçeyan ne li gorî bihabûna bazarê hatiye kirin. Rêxistinên tendirustiyê yên beşdarî çalakiyê bûn dan zanîn ku cara dawî ye ku ew bo rojekê çalakiya dest ji karberdanê dikin û heke daxwazên wan neyên cîbicîkirin ew dê êdî çalakiyên dirêjtir li dar bixin.