SANA: Di êrîşeke Îsraîlê de leşkerek hat kuştin û 5 jî birîndar bûn

Artêşa Îsraîlê: Ev êrîş wek bersivekê li ser avêtina mûşekekê ji axa Sûriyê ve ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa Sûriyê “SANA” ragihand, îro danê sibê Îsraîlê deverên derdora Şamê armanc kiribû, di encamê de leşkerek hat kuştin û 5 leşker jî birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê li Twittera xwe ragihand, wan navendên berevaniya esmanî yên Sûriyê li derdora Şamê kirine armanc, weke bersivekê li ser avêtina mûşekekê dijî firokeyan ji axa Sûriyê ve.

Diyar kir jî: “Li hemberî mûşeka ku ji Sûriyê hatibû avêtin, me li bataryayên erd-asman yên ku di nav wan de radar û tesîsên dijfirînê jî hene da.”

Artêşa Îsraîlê destnîşan kir, cihê ku mûşeka Sûrî jê ve hatiye avêtin hat diyarkirin. Da zanîn jî, ew mûşek li asman teqiya, berî ku rêgirî lê were kirin.

Ji aliyê xwe ve, ajansa fermî ya Sûriyê “SANA” ragihand, sîstema berevaniya asmanî ya Sûriyê, êrîşek li asmanê Şamê pûç kiriye.

SANA li ser zarê çavkaniyeke leşkerî ragihand, di encama bombebaranê de leşkerek hat kuştin û 5 leşker jî birîndar bûn û ziyanên madî jî çêbûn.

Ji destpêka krîza Sûriyê ve, her car Îsraîl êrîşî baregehên artêşa Sûriyê û mîlîşyayên ser bi Îranê ve dike. Îsraîl Sûriyê tomebar dike ku ew rê dide hêzên ser bi Îranê ve ji nava xaka Sûriyê ve êrîşî Îsraîlê bikin.