Lavrov: Welatên rojava li dijî Rûsyayê kampanyaya propagandayê daye destpêkirin

Lavrov: Amerîka û NATO di bersiva xwe de li hember destpêşxeriya garantiyên ewlehiyê, guh nadin xalên sereke yên Moskoyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di pêwendiyeke telefonî de ligel hevtayê xwe yê Amerîkî Anthony Blinken de, bi tundî rexne li rayedarên welatên rojava girt ku idîa dikin, plana Moskowê ya dagirkirina Ukraynayê rexne kir.

Wezareta Derve ya Rûsyayê piştrast kir, pêwendiyeke telefonî di navbera Lavrov û Blinken de pêk hat û tekez kir “Kampanyaya propagandayê ya derbarê êrîşa Rûsyayê li dijî Ukraynayê ya ji aliyê Amerîka û hevalbendan ve hatiye destpêkirin, armancên wê yên provokatîf hene û hikûmeta Kîevê teşwîq dike ku peymanên Mînskê hilweşîne û hewl dide bi bijardeyeke leşkerî pirsgirêka Donbassê çareser bike.

Li gor daxuyaniyê, Lavrov amaje bi wê yekê jî kir, Amerîka û NATO di bersiva xwe de li hember destpêşxeriya garantiyên ewlehiyê ya ku ji aliyê Rûsyayê ve hatiye pêşniyarkirin, guh nadin xalên sereke yên Moskoyê, di serî de pêwîstiya rawestandina berfirehkirina NATOyê û bicihnekirina sîstemên êrîşkar li nêzîkî sînorên Rûsyayê.

Lavrov bal kişand ser wê yekê, Mosko dê bi girîngî belgeyên ku ji Waşington û NATOyê wek bersivdana ji destpêşxeriya wê re wergirtine binirxîne û soz da ku welatên rojava bi encamên vê nirxandina Rûsyayê agahdar bike.

Blinken gefê li Rûsyayê dixwe

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Derve ya Amerîka di daxuyaniyekê de ragihand, Blinken tekez kir, hîn jî riya dîplomatîk ji bo çareserkirina krîzê heye, lê ew hewce dike ku Mosko rageşiyê kêm bike û li ser bingeha baweriya baş danûstandinan bike.

Li gorî daxuyaniyê jî, Wezîrê Derve yê Amerîka ji Rûsyayê re tekez kiriye ku dê bersiveke hişk, mezin û yekgirtî ji herdu beravên Atlantîkê bibîne, eger ew "bihtir destwerdana Ukraynayê bike.

Ev pêwendiya di navbera Blinken û Lavrov di demekê de ye, biryar e îro danê êvarê di navbera serokên Amerîka û Rûsyayê de, Joe Biden û Vladimir Putin pêwendiyeke telefonî bikin.