Îsraîlê bi mûşekan êrîşî başûrê Şamê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Îsraîlê bi mûşekên zemîn-erd ji Golanê ve hin xal li li başûrê Şamê kirin armanc.

Ajansa fermî ya Sûriyê “SANA” ji jêderekî leşkerî ragihand, şeva borî 16ê Sibata 2022ê demjimêr 23:35ê, Israîlê bi çend mûşekên zemîn-erd ji Golanê ve êrîşek pêk anî û hin xalên li derdora bajarokê Zekîye yê li başûrê Şamê kirin armanc.

Wê ajansê destnîşan kir, di encama wê êrîşê de hin ziyanên madî derketin.

Roja 9ê vê mehê jî Îsraîlê deverên derdora Şamê armanc kiribû, di encamê de leşkerek hat kuştin û 5 leşker jî birîndar bûn.

Îsraîl Sûriyê tomebar dike ku ew rê dide hêzên ser bi Îranê ve ji nava xaka Sûriyê ve êrîşî Îsraîlê bikin.