Bombeyeke DAIŞê bi 2 şivanên Kurd de teqiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Li nihaniya Zînane ya li herêma dawdiyê ya Germiyanê, di encama teqîna bombeyekê de, du şivanên Kurd birîndar bûn.

Jêderekî ji ewlehiya ji nahiya Zînane ji K24ê re ragihand, îro danê berî nîvro bombeyeke DAIŞê bi du şivanên Kurd de teqiya û ew her du şivan birîndar bûn.

Destnîşan kir jî, piştî bûyerê hêzên Pêşmerge û asayişê bi hawara wan şivanan çûn û ew her du birin nexweşxaneya Xurmatûyê.

Navçeya Dawdiyê ji 50 gundên Kurdan pêk tê, pêştir ser bi Xurmatûyê bû, lê rejîma berê ya Beisê piştî sala 1991ê ew gund ji aliyê îdarî ve bi ser navçeya Kifrî ve xist.

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an û dirustbûna valahiya ewlehiyê di navbera navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê d, tevger û êrîşên çekdarên DAIŞê li gelek gundên dawdiyê zêde bûn.