Biden: Metirsiya dagirkirina Ukraynayê gelek cidî ye

"Dibe ku êrîşa Rûsyayê di çend rojên bê de rûbide."
Serokê Amerîkayê Joe Biden
Serokê Amerîkayê Joe Biden

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Joe Biden diyar kir; metirsiya dagirkirina Ukraynayê ji aliyê Rûsyayê ve "gelek cidî ye".

Joe Biden îro pêncşemê 17ê Sibata 2022yan ragihand; metirsiya leşkerkêşiya Rûsyayê bo Ukraynayê gelek cidî ye.

Biden destnîşan kir; dibe ku êrîşa Rûsyayê di çend rojên bê de rûbide.

Serokê Amerîkayê amaje bi wê yekê kir; niyeta wî tune ye ku bi hevtayê xwe yê Rûsî Vladimir Putin pêwendiyê bike.

Di beşeke din a axaftina xwe de Joe Biden ragihand; hemû amajeyên li ber destê me, belge ne ku Rûsya amade ye biçe nava axa Ukraynayê.

Beriya niha Biden çend caran hişyarî dabû li ser metirsiya dagirkirina Ukraynayê ji aliyê Rûsyayê ve.

Li hember wî, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin diyar dike ku niyeta wan a êrîşkirina ser Ukraynayê tune ye.