Biden: Putin biryara êrîşkirina ser Ukraynayê daye

Serokê Amerîka tekez kir jî: “Ez di vê gavê de piştrast im ku Putin ev biryar daye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîka Joe Biden radigihîne, Serokê Rûsya Vladîmîr Putîn biryar daye di nava çend rojên pêş de êrîşî Ukraynayê bike.

Biden li Koşka Spî ji rojnamevanan re got: “Sedemên me hene ku em bawer bikin, hêzên Rûsî plan dikin di rojên pêş de êrîşî Ukraynayê bikin.”

Serokê Amerîka tekez kir jî: “Ez di vê gavê de piştrast im ku Putin ev biryar (êrîşkirina ser Ukraynayê) daye.”

Ev yek di demekê de tê, wêneyên satelîtê tevger û çalakiyên leşkerî li gelek cihan li seranserê Belarus, Kirim û rojavayê Rûsyayê li nêzî sînorê Ukraynayê, nîşan didin.

Herwiha, roja Înê li herêmên Donetsk û Luhanskê yên xweser in, bi hezaran kes ji ber bi Rûsyayê ve koçber bûn.

Li gor rayedarên li herêmên Donetsk û Luhanskê, herêmên wan rastî topbaranê ji aliyên hêzên ser bi Ukraynayê ve hatibûn.

Ji aliyekî din ve, berpirsekî Pentagonê got, di navbera 40 û 50 ji sedî yê hêzên Rûsî li nêzîkî sînorê bi Ukraynayê re di “amadehiya êrîşkirinê” girtine.