Fransa û Almanyayê bang li welatiyên xwe kirin: Ji Ukraynayê derkevin

Wezareta Derve ya Fransayê cardin bang li welatiyên xwe kir ku welatê Ukraynayê bi cih bihêlin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Fransayê cardin bang li welatiyên xwe kir ku welatê Ukraynayê bi cih bihêlin.

Ji ber ku Rûsyayê hêzeke zêde li ser sînorê Ukraynayê belav kiriye û ev yek bûye sedema aloziyê, Wezareta Derve ya Fransayê bang li welatiyên xwe kir ku neçin deverên sînorî yên bakur û rojhilatê Ukraynayê.

Herwiha bang li welatiyên Fransayê hat kirin ku ji welatê Ukraynayê derkevin û geştên xwe yên bo Ukraynayê betal bikin.

Wezareta Derve ya Almanyayê jî ji welatiyên xwe daxwaz kir ku demildest ji Ukraynayê derkevin.

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Almanyayê de hat diyarkirin: “Em ji welatiyên xwe yên Almanî daxwaz dikin ku niha ji Ukraynayê derkevin, îhtîmala rûbirûbûna serbazî di her demekê de li holê ye.”