Amerîka: Em ê gavên guncaw li hember naskirina Donetsk û Luhansk ji aliyê Rûsya ve bavêjin

Amerîka bi tundî biryara Putîn ya naskirina serxwebûna komarên Donetsk û Luhansk şermezar dike
Antony Blinken
Antony Blinken

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken ragihand, Amerîka dê bi hemahengî ligel hevkarên xwe “tedbîrên guncaw” bigire da ku “bi lez û bez” bersivê bide naskirina Rûsyayê ya serxwebûna komarên Donetsk û Luhanskê.

Blinken şeva borî Duşemê bi rêya Twitterê got: “Naskirina Kremlînê ji serbixwe Donetsk û Luhanskê re, bersivek bilez û hişk hewce dike û em ê bi hevrêziya bi hevkarên xwe re gavên guncaw bavêjin.”

Blinken di daxuyaniyekê de ku ji aliyê Wezareta Derve ya Amerîkayê ve hat weşandin de jî got, Amerîka bi tundî biryara Putîn ya naskirina serxwebûna Donetsk û Luhansk şermezar dike.

Got jî, ev biryar berûvajî pabendbûna dîplomatîk a Rûsyayê ye û êrîşeke eşkere li ser serwerî û yekparçeyiya axa Ukraynayê ye. Herwiha Putin jî bi binpêkirina yasa û bendên navdewletî re tawanbar kir.

Blinken diyar kir, Serokê Amerîka Joe Biden dê “fermanek îcrayê” îmze bike ku hemî veberhênan û bazirganiyên Amerîkiyan li herêmên bi navê Donetsk û Luhansk qedexe dike.

Ev yek di demekê de ye, Putin şeva borî du biryarname îmze kir ku tê de daxwaz ji Rûsiyê dike ku serxwebûna herêmên Donetsk û Luhanskê ji Ukraynayê nas bike, li hember kêşeya leşkerî-siyasî ya berdewam li herêma Donbassê ji sala 2014an ve.

Putîn di axaftina xwe ya li ser vê mijarê de got: Rewşa Donbassê dîsa tûj û metirsîdar bûye, ji ber ku gelê vê herêmê ji aliyê rejîma neteweperest a Kîevê ya ku bi derbeya2014’an de desthilatdarî bi dest xistiye, rastî qirkirinekê tê.