Miqdad bo K24ê: Hikûmeta Sûriyê dikare mafên Kurdan gotûbêj bike

Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad bo K24ê: Sûriye welatekî biçûk e û nikare parçebûnê tehemul bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad radigihîne, Kurd beşeke bingehîn a gelê Sûriyê ne. Di heman demê de jî da zanîn ku Sûriye welatekî biçûk e û nikare parçebûn tehemul bike.

Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad îro li Moskoyê ji K24ê re ragihand, mafên Kurdan weke mafên tevahiya gelê Sûriyê ye û eger derfet hebe ku ev maf bêne baştirkirin, ti rêgirî li cem hikûmeta Sûriyê nîne gotûbêjan li ser van mijaran bike.

Miqdad got jî: “Kurd beşek ji civaka Sûriyê ne û ji wê civakê nayin dabeşkirin, ji ber wê ew rê nadin Amerîka û welatên rojava êş û azarên Kurdan ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin.

Miqdad got jî, “Guftûgoyên me ligel Kurdan hebûn û her ku em li ser xalekê li hev bikin, di pişt re û di bin fişara Amerîkiyan de ew helwesta xwe berûvajî diguhêrin.”   

Miqdad destnîşan kir, “Beşek ji aliyên siyasî yên Kurdan hene behsa pêkanîna dewleta Kurdî li Sûriyê dikin, ev jî ziyanê digihîne baweriya di navbera me de. Sûriye welatekî biçûk e û nikare dabeşkirinê tehmul bike û rewşa li herêmê jî rê nade wê yekê.”