'Li Herêma Kurdistanê zêdetirî 255 kîlometre çargoşe mayînrêj e'

Qonaxên rakirina mayînan ji sala 2003yan ve dest pê kiriye û heta niha berdewam e.
Dema rakirina mayînekê ji aliyê karmendekî Dezgeha Rakirina Mayînan ve
Dema rakirina mayînekê ji aliyê karmendekî Dezgeha Rakirina Mayînan ve

Hewlêr (K24) – Dezgeha Rakiran Mayînan a ser bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere kir; qonaxên rakirina mayînan ji sala 2003yan ve dest pê kiriye û heta niha berdewam e.

Serokê Dezgeha Rakirina Mayînan Cebar Mistefa Resûl ragihand; bi çendîn qonaxan dest bi paqijkirin û rakirina mayînên serdemên nakokiyên Bexda û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd, şerê heşt salan a Îran û Iraqê û şerê rûbirûbûna DAIŞê, kirine.

Cebar Mistefa Resûl destnîşan kir; 776 kîlometre çargoşe mayîn li Kurdistanê hebû, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi alîkariya rêxistinên navdewletî hewl da, wê rûberê kêm bike.

Resûl herwiha eşkere kir; niha li Herêma Kurdistanê 255 kîlometre çargoşe mayînrêj e, qeyrana darayî ya cîhanê bandor li ser berdewambûna proseya paqijkirinê kiriye.