Zelensky: Em bi tena serê xwe ne

"Welatên herî bihêz ên cîhanê dest ji me berdane û tenê ji dûr ve bûyeran temaşe dikin"

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky ragihand, ew di rûbirûbûn û şerê li dijî Rûsyayê de bi tenê mane. Ev di demekê de ye ku Artêşa Rûsyayê bi fermana Vladimir Putin ji duh ve êrîşek berfireh li dijî Ukraynayê dest pê kiriye.

Volodimir Zelensky peyameke vîdyoyî belav kir û ji gelê xwe re got: “Em bi tenê hatine hiştin ji bo berevaniya li dewleta xwe û şerê li dijî Rûsyayê.”

Zelensky diyar kir: “Kî amade ye ligel me şer bike, ne kesek, ez kesekî nabînin. Kî amade ye endambûna Ukrayna di NATO de garantî bike? Hemû ditirsin.”

Serokê Ukraynayê destnîşan kir ku ew û malbata xwe dê li Ukraynayê bimînin, tevî ku ew armanca yekem a Rûsyayê ne.

Volodimir Zelensky ragihand: “Rûsya dixwaze bi kuştina serokê dewletê, di warê siyasî de Ukraynayê bi tevahî wêran bike.”

Herwiha di peyama xwe de bîlançoya roja yekem a şer jî eşkere kir û diyar kir, di roja yekem a şer de 137 Ukraynî hatin kutşin û herî kêm 316 kesên din jî birîndar bûne.

Volodimir Zelensky amaje bi wê yekê jî dike ku grûpên têkder ên Rûsyayê derbasî nav Kyivê bûne û daxwaz ji xelkê welatê xwe kir ku hişyar bin.