Putin amadebûna xwe ji bo gotûbêja ligel Ukraynayê nîşan da

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di pêwendiyeke telefonî de ligel hevtayê xwe yê Çînê, Xi Jinping axivî.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di pêwendiyeke telefonî de ligel hevtayê xwe yê Çînê, Xi Jinping ragihand; Rûsya amade ye danûstandinê di asta bilind de ligel Ukraynayê bike.

Medyaya Çînê ragihand; di pêwendiyeke telefonî de Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokê Çînê Xi Jinping behsa rewşa Ukraynayê û çareserkirina kêşeyan û aramkirina aloziyan kirine.

Ji aliyê xwe ve, Serokê Rûsyayê tekezî li ser helwesta welatê xwe ji bo dûrxistina metirsiyên NATO li ser sînorên xwe kiriye.

Beriya niha jî, Şêwirmendê Serokê Ukraynayê ragihandibû; Kîev amade ye danûstandinê bike û şer rawestîne.