Washington: Em nahêlin Zelensky bikeve destê Rûsan

Rojnameya Washington Post ji rayedarên payebilind ên Amerîkayê ragihandiye; Amerîka amade ye alîkariya Serokê Ukraynayê bike û wî ji Kîevê rizgar bike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rojnameya Washington Post ji rayedarên payebilind ên Amerîkayê ragihandiye; Amerîka amade ye alîkariya Serokê Ukraynayê bike û wî ji Kîevê rizgar bike.

Washington Post diyar kiriye ku Amerîka nahelê Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky bikeve destê artêşa Rûsyayê, ku ber bi Kîevê pêş dikevin.

Herwiha eşkere kiriye; Washington li ser pêngavên dahatî ligel Volodimir Zelensky axiviye, lê belê Serokê Ukraynayê daxwaz nekiriye biçe welatek û bajarekî din.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin roja pêncşemê 24ê Sibata 2022yan danê sibê biryara destpêkirina operasyoneke leşkerî ya taybet bo parastina Donbasê li başûrê rojhilatê Ukraynayê ragihand.

Putin diyar dike ku Rûsya nahêle Ukrayna bibe xwedî çekên atomî û bibe endama NATOyê.