Pentagon: Pêşveçûna Rûsyayê weke dihat pêşbînîkirin nebûye

"Rûsyayê li hemberî Ukraynayê serdestiya esmanî bi dest nexistiye."
Hêzên Rûsyayê berê xwe dane Kîevê, wêne: AFP
Hêzên Rûsyayê berê xwe dane Kîevê, wêne: AFP

Navenda Nûçeyan (K24) – Rayedarekî payebilind ê Wezareta Berevanî ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand; Rûsyayê li hemberî Ukraynayê serdestiya esmanî bi dest nexistiye û pêşveçûna wan jî ne bi leza ku dihat pêşbînîkirin e.

Rayedarê Pentagonê derbarê êrîşa Rûsyayê ya bo ser Ukraynayê de ji rojnamevanan re axivî û diyar kir, Rûsya ji aliyê bakur, rojhilat û başûr ve pêş ve diçe.

Herwiha eşkere kir; pêşveçûna hêzên Rûsya ya ji aliyê bakur ve bo Kîeva paytexta Ukraynayê rastî berxwedaneke girîng hat û “bi giştî li her sê aliyan jî di heyama 24 demjimêran de Rûsyayê serdestî ji dest da. Bilez pêş ve naçin ku wan pêşbînî dikir”.

Rayedarê Pentagonê diyar kir ku Rûsyayê heta niha zêdetirî 200 mûşek arasteyî Ukraynayê kirine û diyar kir: “Di heman demê de em di wê baweriyê de ne ku Rûsyayê hê jî li Ukraynayê serdestiya esmanî bi dest nexistiye. Tevî ku gelek hatin jinavbirin jî lê sîstema berevaniya esmanî ya Ukraynayê kar dike. Ji bilî mûşekan, balafirên wan jî hene.”

Rûsyayê roja pêncşemê, 24/02/2022, di saetên sibehê de êrîşeke berfireh bo ser Ukraynayê da destpêkirin.